ISÎDê, êrîsa li dijî JUI-Fê girt ser xwe

01 August 2023 13:30 0 dîtin
ISÎDê, êrîsa li dijî JUI-Fê girt ser xwe

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina terorî ya IŞÎDê ve hat dayîn, êrîşa ku di rojên borî de li Pakîstanê li dijî kongreya Civata Ulemayen Îslamî (JUI-F), çêbûbû; ji aliyê çekdarên wan ve hatiye kirin.

Daxuyaniya berpirsiyariya êrîşê ya IŞÎDê, di ser hesabê rêxistinê ya medyaya civakî re hat ragihandin û hat diyarkirin ku

“Êrîşa li dijî kongreya Civata Ulemayen Îslamî ya li eyaleta Xyber a li Pakîstanê ku li dijî JUI-Fê hat kirin, ji aliyê çekdarên me ve hatiye kirin.”

Roja yekşema borî, li eyaleta Xyber Pakhtunkhwa ya Pakîstanê, di êrîşa bombeyî ya ku li ser kongreya Civata Ulemayên Îslamî ku yek ji şirîkên hikûmeta koalîsyonê ye hatibû kirin de 54 kes bûbûn qurbanî û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûbûn.