DAISê êrîsa dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê li xwe girt

09 April 2020 18:04 0 dîtin
DAISê êrîsa dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê li xwe girt

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi 5 moşekan êrîşek li dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Afganistanê hatiye kirin ku DAIŞê ew êrîş li xwe girtiye.

Resolute Support Mission (RS) ragihandiye ku vê sibê 9ê Nîsanê baregeha asmanî ya Bagram bi 5 moşekan bûye armanc û kuştî û birîndar çênebûne.

Herwiha DAIŞê jî li ser torên xwe yên medyayî daye xuyakirin ku wan cihê helîkopteran a baregeha asmanî ya Bagram kiriye armanc.

Reutersê jî ragihand ku DAIŞ mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Afganistanê kiriye armanc ku DAIŞîyan moşek ji erebeyeke ku li gundekî sekinandibû, avêtine.