Êrîsa hewayî ya Amerîkayê li dijî DAISê

24 December 2024 12:03 0 dîtin
Êrîsa hewayî ya Amerîkayê li dijî DAISê

PeyamaKurd – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li herêma Dêrezorê ya Sûriyeyê di operasyoneke hewayî de 2 çekdarên DAIŞê bêbandor kirine.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê doh li Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşa hewayî ya li Dêrezorê de 2 çekdarên DAIŞê hatin bêbandorkirin û yek jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku di êrîşê de kamyona ku çekên rêxistinê barkirî jî hat îmhakirin.

CENTCOM ragihand ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Yûsif û endamekî wê rêxistinê di 20ê Kanûnê de li Sûriyê di êrişeke asmanî de hatine kuştin.