Li navçeya Mensûr a Bexdayê êrîsa mosekî

31 October 2021 14:36 0 dîtin
Li navçeya Mensûr a Bexdayê êrîsa mosekî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê 3 moşek li navçeya Mensûr a pêş navçeya Kerx a Bexdayê ketin.

Li gor medya Iraqê îro 31ê Cotmehê danê sibehê li navçeya Mensûr a Bexdayê, 3 moşek ketine ku yek ji wan li nêzîkî nexweşxaneya Heyva Sor a li kolana Neqabat, ya din nêzîkî banka aborî li ser kolana Emîrat û moşekek jî li rawestekeke avê ya li destpêka kolana Zeytûn ketine.

Li gorî zanyariya ji ber wan moşekan ziyanên madî derketine holê û ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî ew moşek ketine xwarê dengên teqînan li navçeya Mensûr hatine bihîstin.