Li navçeya Hewlêrê ya Xebatê, êrîsa mosekî hat kirin
PeyamaKurd-Di saetên vê êvarê de hejmarek moşek li sînorê navçeya Xebatê ya Hewlêrê ketin. Li gorî agahiyên destpêkê, ziyanên mal û canî çênebûne.
Hêzên li Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand ku nêzîkî Zêya Badînan a navçeya Xebatê, 6 moşek ketine xwarê. Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku ji ber moşekan, tu ziyanên mal û canî çênebûne. Hat gotin ku moşek ji nahyeya Bertileya navçeya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.
Beriya niha di 6ê Nîsana 2022an de jî li navçeya Xebatê 3 moşek, nêzî taxên Kevirgosk û Zêya Mezin ketibûn û medyaya ewlekariyê ya Iraqê ragihandibû ku komeke dijqanûnî ev moşek avêtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin