Amerîka û Brîtanyayê êrîsa mosekî ya ser Hewlêrê sermezar kirin
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê, êrîşa şeva borî ya moşekî bi ser parzûngeha petrolê ya navçeya Xebat a Hewlêrê de şermezar kirin.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka de hat gotin, “Em ê di alîkariya hevkarên xwe yên li Iraqî re berdewam bin ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û serweriya dewleta Iraqê.”
Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê diyar kir, “Amerîka êrîşa şeva borî ya li Iraqê ku ziyan gihand parzûngeheke petrolê li Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dike. Êrîşên li Iraqê, li ser sektora enerjiyê jî tê de, êrîşkirina ser serweriya Iraqê ye û ziyanê digihîne welatiyên Iraqê.”
Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Êrîşa şeva borî ya li ser parzûngeha petrolê ya Kawergoskê li parêzgeha Hewlêrê, karekî bêaqil û nerewa bû. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim. Ji bo tundûtûjîyeke wiha ti hincetek nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin