Mesrûr Barzanî êrîsa mosekî ya li ser Navçeya Kesk sermezar kir

23 February 2021 13:01 0 dîtin
Mesrûr Barzanî êrîsa mosekî ya li ser Navçeya Kesk sermezar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê, êrîşa moşekî ya li ser Navçeya Kesk a Bexdayê şermezar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, derbarê êrîşa şeva borî li ser Navçeya Kesk a Bexdayê peyamek belav kir û got: “Şandeyên dîplomasî li Iraqê rastî metirsiyên mezin dibin. Ew ji ji bo şerê li dijî terorê û dubare avedankirina Iraqê li vir in.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Daxwaz ji Hikûmeta Federalî dikim, rêkarên pêwîst ji bo dabînkirina selamtiya wan bigire ber xwe. Divê dawî li van êrîşan bê anîn.”