AFP: Li dijî Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê êrîsa mosekî pêk hat
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îşev 5ê Çileya 2020an li nêzîkî Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê du teqîn çêbûne.
Li gorî ragihandina Ajans France Pressê (AFP) ku dispêre çend şahidan, du teqîn li nêzîkî balyozxaneyê çêbûne ku dikeve herêma kesk a Bexdayê.
Herwiha hatiye ragihandin ku du moşekên katyûşa li nêzîkî balyozxaneya Amerîka ketine û dengê teqînan jî wir hatiye.
Roja Şemiyê jî 2 moşek li nêzîkî balyozxaneyê ketibûn û hemû deriyên balyozxaneyê hatibûn girtin.
Her çiqas heta niha agahiyên zelal nehatine jî li gorî jêderên xwecihî yên Bexdayê, hejmarek sivîl di wê êrîşa moşekî de birîndar bûne.
Piştî kuştina Qasim Silêmanî tansîyona li Iraqê gihîştiye pileya herî zêde ku Îran û Hizbullaha Iraqê gefên tolhildanê li Amerîkayê dixwin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin