ENKSê banga lêkolînê û eskerekirina berpirsên 'êrîsa terorî' ya Efrînê kir
PeyamaKurd - Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşa doh 12ê Hezîranê ya li ser bajarê Efrînê ku nexweşxaneyeke sivîl jî bûbû armanc û li gorî agahiyên dawî 20 kesan can daye, şermezar kir.
Sekreteriya Giştî ENKS da xuyakirin, di encama êrîşê de zêdetirî 20 kesan şehîd bûne û bêhtirî 40 kesan jî birîndar bûne ku di nav wan de bijîşk û karmendên tendirustiyê jî hene.
ENKSê diyar kir ku ew bi awayê herî tund, vê kiryara terorî ya tirsonek şermezar dikin û bang li civaka navdewletî kir, li ser vê êrîşa terorî lêkolîn were kirin û encamderên vê êrîşê werin eşkere kirin.
Herwiha ENKSê bang li civaka navdewletî jî kir ku demildest çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê bibînin û sînorek li ber van kiryarên terorî were danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin