Serokê Hesda Seibî: Sewitandina avahiya PDKê sûc e, êrîskar ne ji me ne!
PeyamaKurd – Serokê Heşda Şeibî Falih Feyad, li ser şewitandina baregeha PDKê ya Bexdayê ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve daxuyanî da û got, şewitandina baregeha PDKê çalakiyeke sûc e û yên êrîşî nûnertiyên biyanî dikin ji nav komên Heşda Şeibî ne.
Feyad gotiye ku ew gelekî şermînî bûne ji ber şewitandina Ala Kurdistanê û da zanîn ku 15 kesên êrîşî avahiya PDKê kirine hatine girtin.
Serokê Heşda Şeibî dibêje, ew ji ber êrîşa ser avahiya PDKê xemgîn in û li ser êrîşên moşekî yên li ser nûnertiyên biyanî yên li Bexdayê têne kirin jî gotiye, “Ewên êrîşî nûnertiyên biyanî dikin, komên deryasayî ne û ti pêwendiya wan bi me re nîne. Bi serokatiya Serokwezîr komîteya lêpirsînê hatiye avakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin