Medya Iraqê: Berpirsê Hesda Seibî bû Serokê Saziya Asayîsa Nistimanî ya Iraqê
PeyamaKurd - Medya Iraqê ragihandiye ku fermandarê payebilind ê Iraqê berpirsê Saziya Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Ebdulxenî Esedî ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî jî rêveberekî Heşda Şeibî dest bi kar dike.
Li gorî nûçeyên medya Iraqê ku îro belav kirine, şêwirmendên serokê desteya milîsên Heşdî Şeibî Hemîd Şetrî wek serokê saziya asayîşa niştimaniya Iraqê hatiye erkdar kirin.
Hemîd Şetrî berê şêwirmendê serokê desteya milîsên Heşdî Şeibî bû û saziya asayîşa niştimaniya Iraqê jî ji aliyê Ferîq Rukin Ebdulxenî Esedî ve serokatiya wê dihate kirin.
Ebdulxenî Esedî sala 1951ê li dayîk bûye û di meha Tîrmeha 2020ê wek fermandarê saziya dijeteror a Iraqê ji aliyê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî ve hat erkdar kirin û meha Sibatê heta meha Nîsanê wek parêzgerê Zîqarê yê bi wekalet kar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin