Alîgirên Hesda Seibî li ber Dadgeha Federalî civiyan
PeyamaKurd – Alîgirên Heşda Şeibî li ber Dadgeha Federalî civiyan û hewl didin derbasî nava dadgehê bibin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, pireya Komarî û pireya Elawî û rêyên diçin Herêma Kesk ku Dadgeha Federalî lê ye, ji aliyê hêzênewlehiyê ve hatin girtin.
Biryar e îro Dadgeha Federalî derbarê taneyên ku ji aliyê Serokê Desteya Heşda Şeibî Hadî Amirî ve hatin pêşkêşkirin ku daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinê kiriye, bicive.
Çavkaniyên xwecîhî eşkere dikin, tê çaverêkirin ku Dadgeha Federalî tane û daxwazên Amirî red bike û di heman demê de encamên hilbijartinê pesend bike. Ji ber vê yekê alîgirên Heşda Şeibî li derdora Dadgeha Federalî kom bûne.
Çavkaniyan di berdewamiyê de destnîşan kirin, ji bo parastin Dadgeha Federalî, hêzeke ewlehiya ya mezin li derdora Dadgehê kom bûne.
Herwiha dan zanîn, hejmareke mezin ji xelkê daketine ser kolanên Bexdayê û otomobîlên serbazî yên komên çekdaran jî di deriyên Bexdayê de kom bûne, ji bo fişarê li biryarên Dadgeha Federalî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin