VIDEO | Alîgirên Hesda Seibî û Hizbullahê balyozxaneya Amerîkayê sewitandin

31 December 2019 17:06 0 dîtin
VIDEO | Alîgirên Hesda Seibî û Hizbullahê balyozxaneya Amerîkayê sewitandin

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Amerîkayê ya bersivdana êrîşa Hizbûllahê ya bi ser baregeha K1 ya Kerkûkê de ku 5 armancên Heşda Şeibî û Ketîbeyên Hizbûllahê kiribû armanc, alîgirên Heşda Şeibî û Hizbullahê li paytexta Iraqê Bexdayê bi ser balyozxaneya Amerîkayê de girtin û şewitandin.

Hat ragihandin ku di nava xwepêşanderan de hejmarek serkirdeyên leşkerî û siyasî yên Şîe û Heşda Şeibî jî xuya dikin.

Alîgirên Heşda Şeibî daxwaza girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê dikin.

Xwepêşanderan agir berdan rêbend û beşek ji dîwarê balyozxaneyê ku Amerîkayê beriya niha dîplomatên xwe ji balyozxaneyê derxistibûn.

Tê ragihandin ku zêrevanên balyozxaneya Amerîkayê hewl didin bi gaza rondikrêj xwepêşanderan belav bikin ku li gorî ragihandinên Iraqê ji beyaniyê ve 10 xwepêşander jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku ji kar vekişayaye jî bi sedema kuştiyên Heşda Şeibî yên di êrîşa balafirên Amerîkayê de, li Iraqê 3 roj şîna giştî ragihandiye.