Ji ber rabûna lehiyê rêya sereke ya Kerkûk-Bexdayê hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê ji ber rabûna lehiyê û têkçûna pira sereke, rêya di navbera Kerkûk - Bexdayê ji bo otomobîl û barhilgiran hat girtin.
Qeymeqamê Daqûqê Luys Fendî ji medyayê re ragihandiye, li sînorê Daquqê baraneke zêde bariyaye û lingên pirekê li sînorê Daqûqê derz bûye û metirsiya rûxanê heye û ew nizanin bê ka ew derz ji ber baranê ye yan na.
Luys Fendî gotiye, ji ber têkçûna lingên pira Daquqê, rêya di navbera Kerkûk- Bexdayê bi ser şifêrên barhilgir hatiye daxistin û şifêr dikarin ji bo çûnûhatinê ji bo Kerkûk û bajarên Herêma Kurdistanê rêya Tikrîtê bikar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin