Dronek li ser rêya sereke ya Kerkûk û Hewlêrê ket xwarê
PeyamaKurd – Dronek li ser rêya sereke ya Kerkûk û Hewlêrê, li nêzîkî gundê Sê Kaniyan ket xwarê.
Li gor çavkaniyekî ji Polîsê Kerkûkê diyar kiriye, şeva borî dronek li ser banê malekê li nêzîkî gundê Sê Kaniyan ket xwarê, lê tu ziyan ji encama ketinê çênebûne.
Herwiha daye zanîn, heta niha cihê dron jê hatiye û armanca wê ne diyar e û lêkolînên polîsan destpê kirine.
Herî dawî eşkere kiriye, ev dron ji cureya VK ye ku ji bo mebestên sîxuriyê tê bikar anîn û hin caran ji bo armancên taybetî, bombekirî jî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin