Rêya Kerkûkê û Hewlêrê wê siba were vekirin!

18 August 2018 13:50 0 dîtin
Rêya Kerkûkê û Hewlêrê wê siba were vekirin!

PeyamaKurd- Erkdarên Hukûmeta Kurdistanê û yên Iraqê cara dawî wê li Pirdê hevdû bibînin û siba rêya Kerkûkê û Hewlêrê wê were vekirin.

Rêvebirê Ewlehiya Hewlêrê Ebdulxaliq Teliet di derbarê mijarê de axivî û got ku her du hukûmet wê dîsa li Pirdê civînekê çêbikin.

Teliet wiha dewam kir: “Ji bo ku rê were vekirin, tu pirsgirêk nemane. Hemî amadekarî xilas bûne, levhatin çêbûye. Li Pirdê pireke nû dihate çêkirin. Piştî ku pir hate temamkirin, siba seet li 10:00an rêya Kerkûk û Hewlêrê wê vebe. Piştî ku rê hate vekirin, gelê me dikare di cejna haciyan de merivên xwe ziyaret bikin.