Rêya Kerkûk û Hewlêrê îro vedibe!
PeyamaKurd- Di 17ê Cotmeha 2017an de hêzên Iraqê û Heşdî Şebî Kerkûk vegirtin û di encama bûyerên wê rojê de li Pirdê pira li ser rê zerar dîtibû û wê ji rojê heta niha rêya Kerkûk û Hewlêrê girtî ye.
Mudûrê Rêbejî yên Giştî yê Hewlêrê Huner Nûrî ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku pir bi temamî hate edilandin û ji bo ku rê were vekirin tu pirsgirêk û asteng nemane.
Huner Nûrî got ku pira ku senede hatibû çêkirin, bi qasî 220 mîlyon dolarî mesref derxist. Wezareta Iraqê ya Malî û Fona Pereyan ya Navnetewî bû destek.
Hukûmeta Iraqê û ya Kurdistanê li nêzîkî Pirdê cihekî qontrolê ava kirin. Aliyê rê yê Kerkûkê di qontrola polîsên federal û yê Hewlêrê jî wê di qontrola polîsên asayîşê yên Kurdistanê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin