Besa yekem a otorêya 150 metrî ya Hewlêrê qediya, di demek nêz de vedibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beşa yekem ya otorêya150 metrî ya paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê xilas bûye û di nav çend rojan de tê vekirin.
Berpirsê giştî yê plandanîn û dûçûnê li wezareta bajarvanî û tûrîzma Kurdistanê Nizar Temer ji medya Kurdistanê re ragihand, pişka yekem ya cadeya 150 metrî ya Hewlêrê xilas bûye. Ew beşa ku xilas bûye ji rêya Şeqlawe-Hewlêrê dest pê dike heta rêya Hewlêr-Behrikê ku dirêjahiya wê jî 10 km e.
Nizar Temer da xuyakirin, bi xilas bûna pişka yekem re, dê xebat di pişka din ya cadeyê de dest pê bike û ragihand, ew pişka cadeya 150 metrî wê di nav 10-15 rojên bê de were vekirin.
Rêya 150 metrî ya Hewlêrê yek ji projeyên herî mezin û stratejîk ên Herêma Kurdistanê ye, ku li derdora Hewlêrê tê çêkirin û çend nehiyeyên derdora Hewlêrê bi navenda bajarê Hewlêrê ve girê dide û hatinûçûna di navbera wan nehiyeyan û Hewlêrê de nêzîktir û hêsantir dike.
Dirêjahiya wê rêyê 70 kîlometr e ku 42 kîlometran ji rêya 120 metrî ya li dora bajarê Hewlêrê mezintir e ku herwiha rêyeke pêncsayd e û her aliyekî rê jî 14 metran pan e.
Cadeya 150 metrî, piştî cadeyên 30 metrî, 40 metrî, 60 metrî, 100 metrî û 120 metrî, dibe şeşemîn cadeya ku li derdora bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin