Besa yekem a rêya 150 metrî ya Hewlêrê îro tê vekirin

25 February 2021 13:32 0 dîtin
Besa yekem a rêya 150 metrî ya Hewlêrê îro tê vekirin

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Plan û Şopandinê di Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê Nîzar Temer ragihand û got, beşa yekem a rêya 150 metrî ya Hewlêrê, îro tê vekirin.

Li gor Rêveberê Giştî yê Plan û Şopandinê di Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê Nîzar Temer ji K24ê re daye zanîn: “Îro beşa yekem ji projeya rêya 150 metrî ya Hewlêrê tê vekirin. Qonaxa yekem a projeyê ji çarêya Şeqlawa dest pê dike û digihe çarêya Behrikê.”

Nîzar Temer diyar kir: “Projeya rêya 150 metrî ya Hewlêrê, 70 kîlometro ye, beşa yekem ya îro vebe, 10 kîlometro ye.”

Nîzar Temer destnîşan kir: "Bi giştî projeya rêya 150 metrî ya Hewlêrê, li ser 5 qonaxan hatiye dabeşkirin û rê li derdora Hewlêrê diguhere. Qonaxa duyem jî li Behrkê destpê dike û digihe rêya Hewlêr-Duhok,  niha em mijûlî dîzaynkirina qonaxa duyem in û piştî temamkirina dîzaynkirinê, dê bikeve warê cîbicîkirinê.”