Mesrûr Barzanî di merasîma rêya 150 metrî de axivî: Li ser êrîskarên Hewlêrê encamên gelek bas bi dest ketine
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina rêya 150 metrî ya Hewlêrê de got ku wan encamên gelek baş derbarê dîtina kesên êrîşî Hewlêrê kirine de, bi dest xistine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina qonaxa duyem a cadeya 150 metrî ya li Hewlêrê eşkere kir ku encamên gelek baş li ser dîtina kesên ku êrîşî Hewlêrê kirine, bi dest ketine.
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Rasterast piştî êrîşê, ez ligel Serokwezîrê Iraqê ketim pêwendiyê û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin û encamên gelek baş hatin bidestxistin.”
Serokwezîr herwiha destnîşan kir: “Ez naxwazin li vir eşkere bikim, ji ber ku lêkolîn bi temanî bi dawî nebûne, lê ez ji welatiyên me yên xoşewîst re dibêjim ku derbarê encamderan de zanyarî û gelek tiştên din bi dest ketine û dê werin eşkerekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin