Rêya Kerkûk-Hewlêrê vedibe
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê di civîna îro ya li Bexdayê de, li ser vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê li hev kirin.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina çareserkirina kêşeya rêya Kerkûk-Hewlêrê li Bexdayê li gel hikûmeta Iraqê civiya.
Li gorî daxuyaniya piştî civîna îro ya li Bexdayê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê derbarê dubare vekiirina rêya Kerkûk-Hewlêrê de rêkevtin kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku her du aliyan li hev kirine ku rêya Kerkûk-Hewlêrê di zûtirîn demê de were vekirin.
Herwiha di civîna îro ya li Bexdayê de, her du aliyan biryar daye ku pireke hesin bi şêweyeke demkî jibo vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê bihê danîn û rasterast projeya çêkirina pira Pirdê jî destpê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin