Pistî fisar û nerazîbûna Kurdan rêya Kerkûk-Hewlêrê vebû

03 September 2023 10:03 0 dîtin
Pistî fisar û nerazîbûna Kurdan rêya Kerkûk-Hewlêrê vebû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî xwepêşandana Kurdên Kerkûkê ya ji bo vekirina rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, Ereb û Tirkmenên li ser rê kon vedabûn, cihê xwe vala kirin û ji nû ve hate vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê doh Şemiyê 2ê Îlonê xwepêşandan li dar xistin û daxwaza vekirina rê kiribûn ku rastî êrîşa hêzên ewlehiyê hatibûn.

Hat ragihandin ku li ser fişara Kurdên Kerkûkê, kesên ku rêya Kerkûk - Hewlêrê girtine, çadirên xwe rakirin û cihên xwe vala kirin û bi vî awayî jî rêya Kerkûk – Hewlêrê hat vekirin.

Di xwepêşandana Kurdên Kerkûkê de, 3 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûne ku bi dehan kes jî hatine binçavkirin.

Herwiha piştî peyamên Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryara avakirina komîteyekê ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê da.

Serokwezîrê Iraqê gotiye, divê lêpirsîn bi hemû kesên di rûdanên îro yên Kerkûkê de xemsar bûne bê kirin û radestî dadgehê bên kirin, ji bo sizayên xwe yên dadwerane werbigirin.