DAISê li Bexdayê êrîsî Hesda Seibî kir: 2 kustî, 4 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê, li Bexdayê êrîş birine ser maleke serkirdeyekî Heşda Şeibî û di encamê de 2 endamên Heşda Şeibî hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Heşda Şeibî, çekdarên DAIŞê îro Yekşemê danê sibehê, li navçeya Tarmiye, herêma Îbnî Sîna ya Bexdayê bi ser maleke endamên Heşda Şeibî de girtin.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 endamên Heşda Şeibî hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin