DAISê li Xûrmatû êrîsî Hesda Seibî û artêsa Iraqê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li navçeya Xurmatû û bajaroka Sediye êrîşî leşkerên Iraqê û çekdarên Heşda Şebî kir.
DAIŞê şevê din êrîşek bir ser xaleke artêşa Îraqê ya li gundê Zencelî yê navçeya Xurmatuyê.
Li gorî zanyariyên berdest di destpêka êrîşê de jimarek leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.
Herwiha hedem DAIŞê li devera Akbaş a li rojhilatê bajarokê Sediye jî bi çekên qenasê êrîşî çekdarên Heşda Şebî kir ku derbarê ziyanan de agahî nehatine.
Hêjayî gotinê ye, DAIŞê doh jî li Pirdê êrîşî xalên hêzên Pêşmerge kiribû û di encama wê êrîşa ji aliyê Pêşmerge ve hatibû şikandin de, 3 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûbûn û 2 jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin