Li Mexmûrê çekdarên DAISê êrîsî baregeheke Hesda Seibî kirin
PeyamaKurd – Li Mexmûrê, çekdarên DAIŞê êrîşî baregeheke Heşda Şeibî kirin û di encamê de, çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 2 çekdarên din birîndar bûn.
Li gor medyaya Iraqî belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşî ser baregeheke Heşda Şeibî li nêzîkî gundê Mihîzîle yê ser bi Mexmûrê ve kirin. Di encamê de çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 2 çekdarên din birîndar bûn.
Piştî êrîşê jî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê dest bi operasyoneke pişkinîn û lêgerîna li dû çekdarên DAIŞê kir.
Ev yek di demekê de ye, Berpirsê Mihwerê (6) ê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî berî çend rojan diyar kiribû, ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li navçeyên Mexmûrê yên di bin kontrola hêzên Iraqê de, liv û tevgera DAIŞê zêde bûye.
Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê belav kir, birceke veguhastina elektirîkê li devera Xurmatûyê ji aliyê terorîstan ve hat teqandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin