Li Bexdayê operasyona DAISê: 3 kustî 1 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li qezaya Tarmiyê ya dikeve bakurê paytexta Iraq Bexdayê, di encama operasyoneke hêzên iraqî de 2 terorîstên DAIŞê kuştî hatin desteserkirin. Herwiha leşkerekî Iraqê jî di dema operasyonê de can daye û efserek jî birîndar bûye.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye, piştî wergirtina zanyariyên îstixbarî yên taybet ji aliyê hêzeke hevbeş a Firqeya 6an a Fermandehiya Operasyonên Bexdayê û Saziya Ewlehiya Nîştimanî li qezaya Tarmiyê ya bakurê Bexdayê operasyonek li ser çekdarên DAIŞê hatine encamdan.
Şaneyê daye xuyakirin ku 2 terorîst hatin kuştin ku yek ji wan xwekuj bû.
Herwiha hat diyarkirin ku leşkerekî Iraqê jî di dema operasyonê de jiyana xwe ji dest daye û efserekî din jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin