Hêzên Bafil Talabanî dest danîn ser 20 ton zêrê Lahor Sêx Cengî Talabanî

29 November 2021 19:20 0 dîtin
Hêzên Bafil Talabanî dest danîn ser 20 ton zêrê Lahor Sêx Cengî Talabanî

PeyamaKurd – Hêzên girêdayê Bafil Talabanî dest danîn ser bi tonan zêrên Lahor Şêx Cengî Talabanî. Roja 8 ê tîrmehê dibe ku ji bo YNK ê bibe rojeka girîng. Li gor ragihandinê piştî Lahor Şêx Cengî ji wezîfê hat girtin û ji YNK ê hat îxarac kirin vê carê dest danîn ser 20 ton zêrê Lahor Şêx Cengî Talabanî.

Lahor Şêx Cengî bi sedema ku jehrê dabû kurê Mam Celal Bafil Talabanî, navbera wan nexweş bû. Li gor BasNewsê li Silêmaniyê li ser Girê Serçinarê di otêla bi navê Lalezarê ku dibêjin ya Lahor Şêx Cengiye, bi tona tê de zêr veşartiye û zêra amade kiriye da birevîne derveyê welat. Li ser agahîsitendina Bafil Talabanî, Talabanî bi alîkariya rêvebirekî YNK ê yê bi navê Dilêr Seyîd Mecîd dest daniye ser zêra.

Li gor ragihandina medya ku nêzê Bafil Talabaniye, Bafil Talabanî dest daniye ser 20 ton zêr lê di derbarê ku bi zêra çi kirine de agahî nehat dayîn. Nayê zanî bê wê ew zêran bidin xezîna hukumetê an na, nayê zanîn.

Zêrên di otêla Lalezarê de hatine dîtin eger bê îsbatkirin ku yên Lahor Şêx Cengî û birayên wî ne, wê weke belge di dadgehê de ji bo “dizî, gendelî û qezenca nerewa” bê bikaranîn.

Çendek bêrê jî derketibû ortê ku Lahor Cengî û birayên wî di navbera herêma Kurdistanê û welatên Kendavê de karê zêr yê qaçax dikin. Asayîşa Silêmaniyê dest danîbû ser zêran û dewrê budçeya bajêr kiribûn.