Hêzên Rûsî dest danîn ser wesayîta leskerî ya artêsa Tirkiyê
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku hêzên Rûsyayê li Sûriyê dest danîne ser wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmê ji PeyamaKurd re hatine, li nêzîkî Şamê wêneyê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê bi navê ‘Vuran’ hatiye belavkirin ku hêzên rûsî dest daniye ser wê wesayîta leşkerî.
Hat zanîn ku ji bo lêkolînê hêzên rûsî ew wesayît birine baregeha xwe.
Li gorî çavkaniyan diyar kiriye, ti ziyanek li ser wê wesayîtê tune bûye û lewma jî tê gotin, ew wesayît yan ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve yan jî aliyê artêşa Tirkiyê bixwe ve li pey xwe hatiye hiştin ku hêzên rûsî dest daniye ser.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin