Artêsa Ukrayna: Me li dijî hêzên Rûsî dest bi hicûmê kir!

05 May 2022 21:03 0 dîtin
Artêsa Ukrayna: Me li dijî hêzên Rûsî dest bi hicûmê kir!

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Valeriy Zalujniy ragihand ku artêşa Ukraynayê li hin herêman li dijî hêzên Rûsî dest hicûmê kiriye.

Zalujniy li ser Telegramê daye xuyakirin ku ew ligel Sererkanê Giştî yê Ukraynayê Orgeneral Mark Milley bi rêya telefonê axiviye û ew bi rewşa şer agahdar kiriye.

Zalujniy gotiye: "Min agahiya ku hêzên dijmin li herêma Luhanskê kom dibin, li herêmên Popasna, Kreminna û Torskeyê pevçûnên tund diqewimin û agahiya ku artêya Ukrayna li Xarkîv û Îzyumê dest bi hicûmê kiriye pê re parve kir.”

Li aliyê din sererkaniya Ukraynayê jî ragihandiye ku di 24 saetên borî de Rûsyayê 200 leşkerên xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî hevdem ragihandiye ku di bombebarana wan de 600 leşkerên Ukraynî hatine kuştin.