Artêsa Ukrayna: Me 5 nistîngeh ji hêzên rûsî paqij kirin

31 March 2022 19:50 0 dîtin
Artêsa Ukrayna: Me 5 nistîngeh ji hêzên rûsî paqij kirin

PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan li herêma Zaporijya, 5 niştîngeh ji hêzên rûsî paqij kirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Ukraynayê niştîngehên Zatişya, Malinovka, Zeleniy Gay, gundên derdora Çervone û bajaroka Vesele ji destê hêzên rûsî hatine derxistin û paqijkirin.

Hat diyarkirin ku ew deverên navborî bi rêya daxistina hêzê bi rêya asmanî hatine rizgarkirin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê ji şeva borî ve asta şer û pevçûnan kêm bûye û derxistina sivîlan ji herêmên şer bi rêya korîdorên mirovî berdewam dike.