Artêsa Ukraynayê bi HIMARSên Amerîkî li baregeha Wagner a Rûsî xist
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê li herêma Donetskê li baregeha hêzên kirêkirî yên Rûsî Wagnerê xistiye û gelek kuştî hene.
Li gorî ragihandina Parêzgarê Luhanskê Serhiy Hayday û çavkaniyên din ên medyayî, artêşa Ukraynayê li baregeha hêzên Wagner xistiye ku di daxuyaniyan cihê baregehê nehatiye eşkere kirin.
Li gorî dîmenê medya rûsî jî cihê rastî êrîşê hatiye devera Popasna ye ku tê gotin bûye armanca moşekên HIMARS ên Amerîkî ku demek berê ji bo Ukraynayê hatibûn şandin.
BBCyê jî nûçeya lêdana baregeha Wagnerê daye û diyar kiriye, hîn hejmara kuştiyan nayê zanîn.
Hêzên Wagner ên kirêkirî yên Rûsî li gelek welatên wekî Sûriye, Libya, Malî, Afrîkaya Navîn û şerê Kirimê yê 2014an de hatine bikaranîn.
Kompaniya Wagner hêzên kirêkirî bi tawanên şer tê tohmetbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin