Sandeke Amerîkî ji bo gotûbêjkirina Ukraynayê diçe Riyadê
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Trump Whitkoff diyar kir ku şandeke DYA wê îro biçe Erebîstana Siûdî û bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtinê bike.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Whitkoff ji Fox News re ragihand ku ew û şandeke ku di nav de Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkî Michael Waltz jî heye wê îro biçin Erebistana Siûdî da ku bi karbidestên Rûsî re bicivin û ew hêvî dike ku di danûstandinan de pêşketinên baş çêbibin.
Ez îro bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî re diçim wir. Em ê li ser talîmata serokê xwe hevdîtinan pêk bînin û ez hêvî dikim ku di çarçoveya Rûsya û Ukraynayê de em ê pêşkeftineke baş bi dest bixin.
Whitkoff da zanîn ku tevî ku nûnerên Kîevê li Erebîstana Siûdî nebin jî ew bi teza ku Ukrayna tevlî muzakereyan nebe jî qebûl nake û got, "Ez bawer dikim Ukrayna beşek ji muzakereyan e."
"Yekemîn, ew ê bibe mijara avakirina baweriyê bi Rûsyayê re"
Whitkoff dema jê hat pirsîn ka gelo DYA ji Ukraynayê "tawîza axê" hêvî dike, got ku mijara yekem avakirina baweriyê bi Rûsyayê re ye.
Ev hemû hûrgilî ne, ez girîngiya hûrgiliyan înkar nakim. Lê destpêkê li vir avakirina baweriyê ye ku her kes fêm bike ku divê şer bi dawî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin