Biden: Tankên Abrams ên Amerîkî wê radestî Ukraynayê bên kirin
PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden ragihand, yekem tankên Abrams ên Amerîkî dê hefteya bê radestî Ukraynayê bikin.
Biden û hevjîna wî Jill Biden li Qesra Spî mêvandariya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy û hevjîna wî Olena Zelenska kirin. Lîder piştî hevdîtinên xwe yên dualî û di navbera heyetan de derketin pêşberî kamerayan.
Biden pesna wêrekiya gelê Ukraynayê da û diyar kir, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di nêrîna xwe ya ku dikare Ukrayna û NATOyê hilweşîne de şaş e.
Biden diyar kir, Amerîka ligel hevalbend û hevkarên xwe dê alîkariya mirovî û herwiha piştgiriya leşkerî ji bo Ukraynayê ji bo vegerandina axa wê bidomîne.
Biden di peyama xwe de dûbare kir, ew piştgiriyê didin aştiyeke adil û mayînde ku rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê bigire, diyar kir ku Rûsya aştiyê asteng dike û eger bixwaze dikare îro şer bi dawî bike. Di şûna wê de, Biden angaşt kir ku Rûsya hewl dide ku bêtir çekan ji Îran û Koreya Bakur bikire.
Em ê li kêleka Ukraynayê bisekinin
Biden dema ku Amerîka alîkariya leşkerî ya nû ya 325 milyon dolarî ji Ukraynayê re ragihand, diyar kir ku di pakêtê de zêdetir cebilxane û kelûpel hene.
Biden got, "Yekemîn tankên Abrams ên Amerîkî dê hefteya bê radestî Ukraynayê bikin."
Biden eşkere kir, ew li ser xurtkirina şiyana parastina hewayî ya Ukraynayê disekinin, Biden anî ziman ku di vê çarçoveyê de dê alavên zêde bidin.
Biden amaje bi wê yekê jî kir, ew ê di çarçoveya paşeroja Ukraynayê de alîkariya reform û darayî bikin û tekez kir ku ew dê berdewam bin li ser piştevaniya wî welatî.
Zelenskiy jî ji ber alîkariyên Amerîkayê spasiya wan kir û got, wan hevdîtineke berhemdar pêk anîne.
Zelenskiy bal kişand ku li ser hin gavan li ser mijarên wekî başkirina şiyanên berevaniyê yên Ukraynayê, bihêzkirina hêza berevaniya hewayî di heyama zivistanê û hinardekirina genim de li hev kirin û Zelenskiy diyar kir ku ew ê li ser formula aştiyê berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin