Joe Biden eskere kir: Termên 6 cihûyan hatin dîtin, yek ji wan Amerîkî ye

01 September 2024 09:32 0 dîtin
Joe Biden eskere kir: Termên 6 cihûyan hatin dîtin, yek ji wan Amerîkî ye

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, termên 6 kesên ku di 7ê Cotmeha 2023yan li Îsraîlê ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin hatine dîtin ku yek ji wan cihûyekî Amerîkî ye.

Biden gotiye, artêşa Îsraîlê termên 6 revandiyan ku ji aliyê çekdarên Hamasê ve hatibûn revandin, li tuneleke bajarê Refahê ya başûrê Şerîda Xezzeyê dît.

Serokê Amerîkayî daye zanîn: “Yek ji revandiyên kuştî, welatiyê Amerîkî yê bi navê Hirsch (Hêrîş) Goldberg Pauline yê 23 salî ye, ku yek ji 251 revandiyên ku li başûrê Îsraîlê ji aliyê çekdarên Filîstînî ve hatibû revandin.”

Dê û bavê Hêriş jî peyamek belav kir û got: “Em bi dilekî şikestî û bi perîşanî xebera mirina kurê xwe yê ezîz radigihînin.”

Hêjayî gotinê ye, 24ê Nîsanê çekdarên Hamasê vîdeoyeke wî revandiyê Amerîkî belav kiribû û daxwaz kiribû ku dîl bên rizgarkirin ji ber ku ew di dojehê de dijîn. Wê demê Amerîka û Îsraîl ji saxbûna rehîne piştrast bûn.

Li gor amarên fermî yên Îsraîlê, di êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê de 1199 Îsraîlî ku piraniya wan sivîl in hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 40 hezar û 691 kes hatine kuştin û zêdetirî 94 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.