Li peravên Yunanistanê termên 4 koçberan hatin dîtin

29 November 2024 18:02 0 dîtin
Li peravên Yunanistanê termên 4 koçberan hatin dîtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 29ê Mijdarê li peravên girava Samosê ya Yunanistanê termên 4 penaberan hatin dîtin. Hate diyarkirin ku cenaze yên 2 zarok û 2 jinan e ku nasnameya wan hîn nehatiye zanîn.

Yekîneyên Ewlehiya Peravên Yunan ragihand ku keştiyeke penaberan duh li Deryaya Egeyê noq bûye û di encamê de 4 penaberan can daye.

Herwiha Ewlehiya Peravan jî diyar kir ku cenazeyên penaberan li peravên girava Samosê ji avê hatine derxistin ku 16 penaberên din ên heman keştiyê jî hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê didomin.