Termên 18 koçberan di kamyonekê de hatin dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 17ê Sibatê li nêzîkî paytexta Bulgaristan Sofyayê, di nav kamyonekê de termên 18 koçberan hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Bulgaristanê, li gorî zanyariyên destpêkê di wê kamyona hatiye dîtin de, di bin texteyên hatine danîn de nêzî 40 koçberên neyasayî hatine bicihkirin.
Hat ragihandin ku ji wan koçberan 18 kes mirine û li ser sedema mirina wan lêkolîn tê kirin ku hîn nehatiye zanîn bê ji ber çi mirine.
Herwiha nasnameyên koçberên can dane jî hîn nehatiye diyarkirin ku tê gotin, dûrî îhtimalê ye ku ew di qezayeke trafîkê de mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin