Artêsa Îsraîlê: Nêzî 1500 termên milîtanên Hamasê hatin dîtin

10 October 2023 19:42 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Nêzî 1500 termên milîtanên Hamasê hatin dîtin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku bombardimana li ser Şerîda Xezayê dewam dike û li derdora Xezayê nêzî hezar û 500 termên çekdarên Hamasê hatine dîtin.

Berdevkê Leşkerî yê Îsraîlê Richard Hecht, ji rojnamevanan re da xuyakirin ku hêzên Îsraîlê li derdora Xezayê nêzî hezar û 500 termên milîtanên Hamasê dîtine û sînorên Xezayê jî heta radeyekê hatine kontrolkirin.

Herwiha berpirsê îsraîlî daye zanîn ku ji şevê din ve hewldanên ketina nav sînorên Îsraîlê ya çekdarên Hamasê nehatiye tespîtkirin.

Hect eşkere kir ku tehlîyekirina welatiyên li herêma şer rû dide jî ber bi dawiyê ve diçe û amadekariyên operasyonên bejahî dest pê kirine.