Dîrokên ku Biden û Trump wê di wesana zindî de bên hemberî hev hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê berê Donald Trump ji bo hilbijartinên serokatiyê yên meha Mijdarê wê di weşana zindî ya 27ê Hezîranê û 10ê Îlonê de bên hemberî hev.
Ji hilbijartinên serokatiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çend meh mane û serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden û serokê berê Donald Trump wê di weşana zindî de werin hemberî hev û nîqaş bikin. Biden û Trump wê di 27ê Hezîranê de li ser ekranên CNN û di 10ê Îlonê de jî li ser ekrana ABCyê bi awayekî zindî rûbirûyê hev bibin û peyamên xwe bigihînin dengdêran.
Di daxuyanîya ku ji teref CNNê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wê tu temaşevan beşdarî weşana zindî ya ku wê li Atlantaya eyaleta Gurcistanê bê lidarxistin nebe û moderator jî wê paşê bên eşkerekirin.
ABC hêj hûrgiliyên li ser weşana zindî ya ku ew ê mazûvaniyê bike parve nekiriye.
Biden bal kişand ser dosyaya sûc a Trump a ku berdewam dike jî got, "Rojên Çarşemê azad e."
Ji aliyê din ve Trump îdia kir ku Biden "nikare du hevokan bîne ser hev" û "gotûbêjê herî xerab e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin