Biden û Trump derdikevin wesana zindî: Wê çi biaxivin?

27 June 2024 19:16 0 dîtin
Biden û Trump derdikevin wesana zindî: Wê çi biaxivin?

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê berê Donald Trump ê namzedê hilbijartinên seroktiyê, cara yekem di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de di weşana zindî ya televizyonê de têne hemberî hev.

Li aliyê din aborînasên xwediyê Xelata Nobelê jî ji bo ji nû ve hilbijartina Trump hişyarî dan.

Dueloya hilbijartinê ya 90 deqîqeyan wê li bajarê Atlanta ya eyaleta Georgia ya Amerîkayê di televizyona CNNê de bê kirin.

Hate diyarkirin ku wê bernameya herdu serokan roja 10ê Îlonê bi dema herêmî li demjimêr 21.00 dest pê dike.

Di dueloya televizyonê ya di navbera Biden û Trump de dê mijarên siyaseta navxweyî yên wekî polîtîkaya koçberiyê, mafên kurtajê û herwiha şerê Ukrayna û Xezeyê bên nîqaşkirin.

Tê çaverêkirin ku serokê berê Trump di kongreya Partiya Komarî ya nîvê Tîrmehê de bi fermî ji bo serokomariyê were destnîşankirin. Herwiha Biden jî biyar e di kongreya Partiya Demokrat a meha Tebaxê de bi fermî ji bo serokomariyê were destnîşankirin.