Bafil Talabanî: YNK destekê dide yekbûna hêzên Pêsmerge

19 August 2023 21:42 0 dîtin
Bafil Talabanî: YNK destekê dide yekbûna hêzên Pêsmerge

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Bafil Talabanî ragihand ku partiya wî bi her awayî destekê dide yekbûna hêzên Pêşmerge.

Bafil Talabanî li Bexdayê bi farmandarê ji Iraqê û Sûriyê berpirs yê CENTCOMê bi tumgeneral Matt McFarlane re civiya. Di hevdîtinê de Bafil Talabanî got; di wexta wezîfa McFralan de ku li hemberê IŞİDê operasyonên leşkerî kirine, destekê daye û operasyonan koordîne kiriye, behsa rola wî kir û rola wî bilind nirxand.

Di hevdîtinê de behsa rewşa ewlehiya herêmê, reforma di wezareta Pêşmerge de û xwe birêxistina ji nûh de kirin. Bafil Talabanî di mijarê de weha got:

“YNK ji bo parastina Kurdistanê yekkirina hêzên Pêşmerge û avajkirina hêzeka netewî bi her awayî destek dike. Lê divê adilane be û ji her cûre berjewendiyan dûr be. Hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê de û xebata hevpar ji bo îstîqrara herêmê faktorekî girîng. Em ji bo vêya dixebitin.”