2 balafirên Ûkraynayê li hev ketin: 3 pîlot mirin
PeyamaKurd – Li Ûkraynayê 2 balafirên şer di wexta şer de li hewa li hev ketin û di encamê de 3pîlot (ajotvan) can dan. Ragihandin ji terefê fermandariya giştî ya Ûkrayna de hat kirin. Di daxwuyaniya fermandariyê de weha hat gotin:
“Dema wezîfa xwe ya şer pêkdianîn 2 balafirên tîpa L-39 li hewa li hev ketin. Mixabin 3 ajotvanên (pîlot) me can dan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin