5 balafirên bêpîlot ên li Seladizê ketin yên kê ne?
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê îro danê sibê 5 balafirên bêmirov li nêzîkî 2 gundên Şeladizê ya parêzgeha Duhokê ketin xwar.
Hat zanîn ku yek ji wan balafiran li gundê Bawan, yek li nava gundê Dêyokê û 3 jî li nêzîkî gundê Dêyokê ketin ku di encama ketina wan de ti ziyan çênebûne.
Ji ber ku nasnameya wan balafiran li ser wan tune bû nehat zanîn bê yên Tirkîyê ne yan jî yên PKKê ne.
Lê belê li gorî zanyariyan, guleyeke hawinê jî li nêzîkî yek ji wan balafirên ketî hatiye dîtin ku guman heye ew guleya hawinê bi wê bafirê ve hatibû girêdan.
Ev zêdetirî du meh in artêşa Tirkiyê li nav Başûrê Kurdistanê operasyoneke berfireh li dijî PKKê daye destpêkirin ku di encama wan êrîşan de gelek sivîl jî bûne qurbanî.
Herwiha hêzên PKKê jî li hin deverên artêşa Tirkiyê ketiye hûndir di nav şer de ne ku beriya niha baskê PKKê yê leşkerî HPGê ragihandibû ku gerîlayeke wan a hêzên hewayî di şer de can daye.
Li gorî çavkaniyên herêmê balafirên bê nasname yên ketine dibe ku yên PKKê bi xwe bin, ji ber ku Tirkiye bi hêzên xwe yên fermî şer dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin