Li 2 welatan 2 balafirên biçûk ketin û 3 kes mirin

19 October 2022 23:26 0 dîtin
Li 2 welatan 2 balafirên biçûk ketin û 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Ekvadorê balafirekî biçûk ket û di encamê de 2 kes mirin û kesekî birîndar bû. Balafir li bajarê Guayaquil ket, di balafira taybet de 3 kes hebûn û ket devera jîngehekî. Ajotvan bi xwe giran birîndar bû. Şaredarê bajêr Cynthia Viteri çû ciyê bûyerê û got di wexta ketina balafirê de kes li ciyê bûyerê tinebûye. Di çend xaniyan de xesar çêbûye, dîrekên elektrîka ketine erdê û ji ber wê şewat derketiye.

Li aliyê dinê li welatê Awrûpa Yûnanistanê balafirekî bi yek motor li devera Thivayê ket û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li gor ajansa dewleta Yûnan AMNA yê piştî balafir ketiya 3 alavên îtfaiyê û 8 xebatkarên wê çûne ciyê bûyerê û cesedê zilamekî 75-80 salî di enkazê de dîtine.