Balafirên ser ên herdu welatan, li Suriyeyê ketin ber hev
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji qada berevaniyê ya Rusyayê hat dayîn, hat diyarkirin ku balafirên şer ên Amerîkayê yên F-35 ku endamê koalîsyona navneteweyî ya li Suriyeyê tevdigerin, bi awayekî metirsîdar nêzî balafirên Su-35 ên Rusyayê bûne.
Cîgirê Serokê Navenda Lihevkirina Aliyên Rusyayê yê Suriyeyê Vadim Kulit, di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku 2 balafirên F-35 ên Amerîkayê, li ser du balafirên Su-35 ên hêzên asîmanî yên Rusyayê hatine bicihkirin ku firokeyên plankirî li ser sînorê başûrê Suriyê pêk tînin.
Kulit da zanîn ku ev bûyer di 14ê Tebaxê saet di navbera 12:35 û 12:50an de li herêma Tanfê bi qasî 9100 metir bilindahiyê pêk hatiye.
Kulit amaje kir ku firokevanên Rus bergirên pêwîst girtine ji bo rêgirtina li rûdanê û tekez kir ku hêzên hevpeymaniyê, ji bo rêgirtina li qeza û rûdanên li asîmanî û alozkirina rewşê ya li asîmanê Suriyeyê gavên metirsîdar havêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin