Balafirên herdu welatan, destwerdana balafirên Rusyayê kir!
PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêza Asîmanî ya Brîtanyayê (RAF) ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku di 17ê Adarê de balefireke leşkerî ya bi tîpa Tu-134 a Hêza Asîmanî ya Rusyayê û 2 balafirên şer ên bi tîpa Su-27 ên ku pê re hebûn, li nêzî sînorê Estonyayê hatine tespîtkirin.
Hat diyarkirin ku balafirên şer ên çîna tayfunê yên RAF û Hêza Asîmanî ya Almanyayê ku ji Baregeha Asîmanî ya Amarî ya Estonyayê rabûn, balafira Rusyayê ya ku nêzîk dibû, asteng kirin.
Bi daxuyaniya navborî hat ragihandin ku "Ev erk, temînatek e ku Brîtanya û Almanya, ligel hevalbendên din ên NATOyê, di vê dema aloz de ligel hevalbendên xwe yên Estonî cih digirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin