Çînê, destwerdana balafirên wî welatî kir!
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina CBCê, Fermandariya Hêza Yekemîn a Asîmanî ragihand ku balafirên şer ên Çînê, di dema çavdêriya peravên Deryaya Çînê de destwerdana balafirên kifşê yên Kanadayê kir.
Hat diyarkirin ku Fermandarê Hêza Yekemîn a Asîmanî General Iain Huddleston ragihand ku balafirên şer ên Çînê, destwerdana firînên bê serûber ên balafirên kifşê yên Kanadayê kiriye û daxuyaniya xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Em dikarin bi balafirên din re ji nêz ve bifirin û bi tevahî ewle bin. Lê belê dema ku balafirek bi tundî nêzî yên din manevra bike, pirsgirêkek ewlehiyê derdikeve."
Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Bill Blair jî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de bûyer bi xeter û bêhiş nirxand û got, "Ev reftar qet nayên qebûlkirin û em ê vê yekê bi awayekî herî guncaw ji Komara Gel a Çînê re bînin zimên."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin