Çînê, ligel wî welatî dest bi tetbîqatê kir
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Çînê ragihand ku Çîn û Erebîstana Siûdî dê meha bê tetbîqata duyemîn a deryayî ya hevpar bidin destpêkirin.
Rayedarên Pekînê ragihand ku tetbîqata bi navê "Şûrê Şîn 2023" dê di cotmehê de li eyaleta Guangdong a li başûrê Çînê bê lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Parastinê Wu Qian di brîfînga çapemeniyê de got ku tetbîqat "dê li ser operasyonên li dijî terorê yên li derveyê welêt bisekine" û "wê taktîkên sekvanî, ajotina keştiyan, daketina helîkopteran û tetbîqatên rizgarkirinê yên hevpar bên kirin."
Wu diyar kir ku "armanca tetbîqatê ew e ku hevkariya pratîk û dostane ya di navbera her du artêşan de kûr bikin û asta perwerdehiya pratîkî ya leşkeran baştir bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin