Tirkiyeyê, ligel wî welatî dest bi tetbîqatê kir

24 October 2023 14:30 0 dîtin
Tirkiyeyê, ligel wî welatî dest bi tetbîqatê kir

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku wan bi hevalbendê xwe Tirkiyeyê re li nêzî sînorê Ermenîstanê dest bi tetbîqatên hevpar kirin.

Azerbaycanê, bi operasyona leşkerî ya ku meha borî dabû destpêkirin, Qerebaxa Çiyayî jî xistibû bin kontrola xwe.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku dê 3 hezar leşker beşdarî tetbîqata taktîkî ya ku dê li paytext Bakuyê, li herêma Nexçîvanê ya di navbera Îran û Ermenîstanê de û li herêmên ku ji hêzên cudaxwaz ên Ermenîstanê hatine paşdexistin, bên lidarxistin, bibin.

Di tetbîqata bi navê "Mustafa Kemal Ataturk 2023" de bi dehan çekdarên topavêj û balafir beşdar in.

Rayedarên Bakuyê destnîşan kir ku armanca wan bi tetbîqata ku di navbera hevalbendan de "di şer de pêkvejiyanê mîsoger bikin."