Brîtanya dê ligel Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan bike
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina rayedarên Brîtanyayê, ji bo nûkirina peymana bazirganiya azad a dualî, dê di navbera wan û Tirkiyeyê de hevdîtin dest pê bikin.
Hat diyarkirin ku Brîtanya dê bi Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinan bike û her lihevkirinek paşerojê dê sektora xizmetguzarî û dîjîtal jî di vê çarçoveyê de bigire nav xwe.
Li gorî hat zanîn, beriya niha di navbera Brîtanya û Tirkiyeyê de peymana bazirganiya azad (FTA) hebûye û bi derketina Brîtanyayê ya ji Yekîtiya Ewropayê re ev peyman hatiye betalkirin.
Wezareta Bazirganiya Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand ku “Di encama pêdeçûna li ser vê rêkeftinê, herdu alî li ser wê yekê gihîştin ku rêkeftin bi rêkevtineke nû dikare were pêşxistin, lê tê çaverêkirin ku dan û stendin heta sala bê bi fermî dest pê nekin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin