ENKSê pîrozbahî li Sera kir û ligel sîstema nenavendî mafên destûrî bo Kurdan xwest
PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi sedema destnîşankirina wî wekî Serokê Sûriyê pîrozbahî li Ehmed Şera kir.
ENKSê di nameya pîozbahiyê de got, ku pêwîstiya qonaxê bi standina gavên cidî ji bo bidawîkirina azara Sûriyan û peydakirina mercên guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinên azad û pak heye.
ENKSê diyar kir, divê destûrek were çêkirin û tê de mafên hemû Sûriyan bên gerentîkirin.
Li ser vegera penaber û koçberan jî ENKSê got: "Divê vegereke ewleh û bi rûmet bo tevaya penaber û derbideran, di nav de xelkê Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê, were dabînkirin".
ENKSê di nameya xwe de da xuyakirin ku pêwîstiya serkeftina vê qonaxê bi destpêkirina proseyeke siyasî giştgir a bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê heye.
Li ser mafên Kurdan jî ENKSê wiha got: "Em tekeziyê li ser girîngiya bidawîkirina stema dîrokî ya li ser miletê Kurd û pesendkirina mafên wî yên netewî di destûrê de dikin".
Di dewamê de hate diyarkirin: "Li ser bingeha pabendiyê bi proseya siyasî û hewlên avakirina Sûriyeya piralî nenavendî, em banga lixwegirtina rêbaza diyalogê weke rêyeke sereke ji bo rûbirûbûna astengiyên niha dikin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin